Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

SADAT li Wanê ciwanan ji bo provokasyonê amade dike

Li Wanê ku hezar û 900 roj in bi biryara Walîtiyê lidarxistin çalakiyan qedexe ye, rêxistina nerewa ya hikumeta AKP’ê SADAT, li Wanê ciwanên bêkar ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.

Rêxistina çekdar a nerewa ya hikumeta AKP’ê SADAT, li Rojava di êrişên dagirkeriyê de bi rengekî çalak cih digire. Endamên SADAT’ê li Efrîn a dagirkirî gelek caran komkujî kirin.

Bi krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê û zêdebûna nerazîbûna gel re tê payin ku di hilbijartina bê de wê AKP têk biçe. Ji ber vê rewşê, SADAT’ê li herêmên cuda yên Tirkiyeyê karên xwe zêde kir.

Fînansorê herî mezin ê SADAT’ê jî şaredariyên ku qeyûm li wan hatine bicihkirin. Pereyên ku qeyûmm dide TUGVA’yê, bi rengekî veşartî radestî çeteyên SADAT’ê têne kirin. Ev rêxistiniya ku li nava leşker û polîsan bi cih bûye, niha jî pêwendiyê bi ciwanan re datîne û hewl dide çekê bide wan.

Di nava hedefên niha yên SADAT’ê de Wan heye. Li vî bajarî ku hezar û 900 roj in çalakî û xwepêşandan qedexe ne, hin kesên bi çek ku bi şev derdikevin kolanan balê dikişînin. Ev ciwanên bi çek ên bi wesayitên luks digerin, encameke karên demdirêj ên SADAT’ê yên li Wanê ye. SADAT li Wanê ji bilî ciwanên Kurd bi taybetî xwe li nava komên din ên etnîkî bi rêxistin dike. Bi taybetî jî ciwanên bêkar û bêhêvî, her wiya ciwanên kesên ku di şer de xizmên xwe ji dest dane tespît dike û piştre jî rewşa aborî, hesasiyetên olî û neteweperestî yên van kesan bi kar tîne. SADAT bi dirûşma ‘welat-milet-Sakarya’ nijadperestiyê dixe mejiyê ciwanên tengavbûyî û piştre jî perwerdeya çekê dide van ciwanan. Li gorî agahiyan perwerdeya leşkerî ya SADAT’ê li Wanê li nava qadeke leşkerî tê kirin û rayedarên leşkerî destûra vê yekê dane. Lê belê nayê zanîn ku li nava kîjan yekîneya leşkerî perwerde tê dayin.

Yek ji esnafên ku nexwest navê xwe eşkere bike, qala bûyerên bi serê wan ve hatiye, kir: “Beriya çend mehan ciwanekî ku di nava xizaniyeke mezin de bû, vê mehê bi jîpek û çekê hate dikanê. Dema ku min ev rewş jê pirsî, wî jî got ‘Mijarên kûr e, hûn fêhm nakin’. Min jê pirsî ku li daîreya dewletê dest bi kar kiriye? Vê carê jî got, ‘Bila Xwedê nehêle zerar bigihêje dewleta me, bi her awayî bersivê dide pêwîstiyên me. Dema ku roja wê heta em ê jî deynê dewleta xwe bidin’. Li derdora min herî kêm 4-5 ciwanên bi vî rengî hene ku nas dikim.”

Ev karên SADAT’ê yên li Wanê weke amadekariya ji bo provokasyoneke mezin tê şîrovekirin. Tê gotin, di hilbijartinên bê de AKP wê van hêzan berdin nava kolanan û bi rêya wan zextê li civakê bike.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv