Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Nûçeyên Dawî

Provokasyona PDK’ê: Li Metînayê êriş, li Şeladizê amadekariya sewqiyata leşkerî

 

PROVOKASYONÊN PDK’Ê
LI METÎNAYÊ ÊRIŞ, LI ŞÊLADIZÊ AMADEKARIYA SEWQIYATA LEŞKERÎ

24’ê Tîrmehê hêzên PDK’ê yên li Girê Çarçel ê Metîna bi cih bûbûn, êrişî noqteyên gerîla kirin.

Bi vê yekê derket holê, ku di nava PDK’ê de komek bi awayekî aktîf şerê li dijî gerîla û gelê Kurd dixwaze.

Jixwe PDKê heta niha qet navber nedabû veguhestina hêzan û çekên giran ber bi qadên gerîla ve.

Herî dawî hat ragihandin, ku ji bo veguhêze xeta Rêncbiraxa ya Zapê, PDK hêzeke zêde ya bi çekên giran li Şêladizê radiwestîne.

Çavkaniyên li herêmê radigihînin, heke tevgereke PDK’ê li dijî Zagrosan dest pê bike, ev ê bibe destpêka şerekî ku jê veger nebe.

Gotina “min şerê Kurd heram kiriye, ez ê careke din destûra şerekî wiha nedim” a Mesûd Barzanî ji hunermendên Kurd re gotiye di rojevê de ye.

MESÛD BARZANÎ GOT “ŞERÊ KURD HERAM E”
HÊZÊN PDK’Ê 24’Ê TÎRMEHÊ ÊRIŞÎ GERÎLA KIRIN

Lê bûyerên li qadê diqewimin berevajî vê gotinê ne.

Li vir du pirs derdikevin holê?

Gelo Barzanî xwest peyameke polîtîk bide?

An jî tevî Barzanî, hin kes di nava PDK’ê de bingeha şer xurt dikin?

Di rojên dawî de li Metîna, Amêdiye û Şêladizê, PDK veguhestina hêzan, çekên giran zêde dike.

Li ser rêyên têkiliyê yên gerîla kemînan datîne.

Dîsa xendekan li ser rêyên gerîla dikole û noqteyên kontrolê datîne.

Ev yek jî nîşan dide, ku PDK ji bo êrişî gerîla bike di nava amadekariyeke ciddî de ye.

Ev jî hatin dîtin

Kêliyên krîtîk ên Komploya 9’ê Cotmehê -I

Stêrk Tv

Kalkan: Pêşî li 15’ê Sibatê dikarîbû bihata girtin

Stêrk Tv

Komîteya KJK’ê: Wê nekaribin pêşî li şoreşa jinan bigirin

Stêrk Tv

Gelo OPCW li hemberî Kurdan e?

Stêrk Tv

Qirkirina jinan

Stêrk Tv

Ji Zagrosan awazek tê

Stêrk Tv