NERAZÎBÛNÊN DIJÎ DAXUYANIYÊ TIRKIYÊ
LAWAZBÛNA HUKÛMETÊ RÊ VEKIR TIRKIYE DESTWERDANA PÛLÊ BIKE
Di serdana Papa ya ji bo Hewlêrê de pûlên ku nexşeya Kurdistanê li ser hebû hatibûn amadekirin.
Li hemberî vê yekê rayedarên dewleta Tirk dîsa heqaret û gef li rêvbirîya Başûr kirin.
Lê rayedarên hikûmetê dengê xwe nekir, berevajî wê paşve gav avêt çapkirina pûlan betal kirin.
Li ser mijarê çavdêrên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji Rojnewsê re axivîn.
Çavdêrê Siyasî Burhan Şêx Reûf da diyarkirin ku ev yek vegera îdeolojiya pan-Tirkî ye û diyar kir ku tişta ku divê hikûmeta Herêma Kurdistanê li hemberî destwerdana dewleta Tirk bersivek fermî hebe.
Herwiha Çavdêrê Siyasî Hesen Baran jî eşkere kir ku ev yek encama lawazbûna hukûmeta herêmê ye.