LI WANÊ TECAWIKARIYA ARTÊŞA TIRK
ÇAWIŞÊ PISPOR TALÎP KORCAN TECAWIZÎ DU ZAROKAN KIR
Çawişê pispor ê dewleta Tirk yê binavê Talîp Korcan li Wanê wezîfeyê dike.
Talîp Korcan du xwendekarên keç ên dibistana amadeyî li wesayîta xwe siwar dike û dibe mala xwe û madeya hişbir dide wan.
Her du zarok bi vê madeyê ji ser hişê xwe diçin û demek şûn ve direvin û diçin dibistanê.
Hevalek her du xwendekaran meseleyê ferq dike û mijarê bi mamosteyê rehberê re vedibêje.
Li ser hewldana mamoste zarok tiştên hatine serê wan dibêjin û diyar dikin ku ew bi destdirêjiya çawişê pispor re rûbirû mane.
Piştî giliyê zarokan çawişê pispor hat binçavkirin û paşê jî hate girtin.