Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Dosya TaybetJinNûçeyên Dawî

Li navçeya Westan a Wanê debara xelkê bi çandina Fasulyayê

 

Jinên li Westan a Wanê di hilberîna fasulyeyan de cih digirin diyar dikin ku ew beramberê keda xwe nagirin.
Li taxa Îşkîr a Westan a Wanê her sal bi tonanan berhema fasulyeyan tê kirin. Di çandin, gîhandin û rakirina berhem de jin dixebitin. Beşeke mezin a fasulyeyan dişînin bajarên derdorê û yên din jî li Wanê tê firotin. Fasulyeyên ji 4-5 astan derbas dibin, çavkaniya debarê ya jinan e.  Jinan diyar kirin ku di salên dawî de ji ber krîza aborî beramberê keda xwe nagirin.
Jina bi navê Nuran Goç (40) ya 20 sale li taxa Îşkîrtê dijî da zanîn ku jiyanek zor û zehmet dijîn û got: “5 zarokên min hene. Em sibehê zû radibin. Ji zarokan re taştê amade dikim. Piştre malê paqij dikim xwarinê çêdikim. Piştî xwarinê jî em diçin fasuleyan kom dikin.”
‘Divê beramberê keda me ne 15 lîra be’
Nuranê daxuyakirin ku krîza aborî bandorek mezin li ser wan kiriye û got: “Yekane çavkaniya debara me fasuleye. Îsal me 4 donim fasule çandin. Me bi kedek mezin dest bi hilberînê kir. Em sibehê heta êvarê di wê germê de dixebitin. Piştre em li ber rojê hişk dikin. Piştî ku baş hişk dibin em dest bi firotinê dikin. Sala borî kîloya wê ji 15-20 TL dest pê dikir. Îsal hîna me dest bi firotinê nekiriye. Em bihayê wê yê piyasê jî nizanin. Lê divê beramberê keda me ne 15 lîra be.”
‘Em ji bo 7 hezar TL salekê dipên’
Nuranê her wiha bi lêv kir ku ligel fasuleyan, sebzeyên din jî diçinînin û ev tişt anî ziman: “Min her sal xiyar, kelem, pincar, firingî diçinand. Lê îsal me sebze nefirot. Me îsal silk çandiyê û em ê biharê kom bikin. Em silkê ji bo firotinê didin dewletê lê salek şûnde em pereyê wê digirin. Ji bo 7 hezar TL em salekê tên sekinandin. Krîzê bandorek mezin li ser me kir.”
‘Em bi rojan mijûl dibin’
Aliye Araşan ya bi hilberîna fasulyeyê debara xwe dike ev tişt got: “Debara me li ser fasuleyane. Lê em beramberê keda xwe nagirin. Ez rojê du teneke fasule hildibijêrim. Em her çiqas beramberê keda xwe negirin jî em neçarin karê xwe bikin. Karekî zehmete. Yên fasuleyan digirin jî divê keda me bibînin. Ji ber em bi rojan pê re mijûl dibin.”

 

Ev jî hatin dîtin

13:00 Hevpeyvin

Stêrk Tv

10:40 Dosya Taybet

Stêrk Tv

09:40 Dosya Taybet

Stêrk Tv

20:00 Dosya Taybet

Stêrk Tv

17:45 Dosya Taybet

Stêrk Tv

12:30 Dosya Taybet -Qamislo

Stêrk Tv