LI HESEKÊ ÊRIŞA DAIŞ’Ê, LI EYN ÎSA ÊRIŞA DAGIRKERIYA TIRK TÊK ÇÛ
LI GUNDÊ CEHBEL 2 SIVÎL DI BOMBEBARANA DEWLETA TIRK DE ŞEHÎD BÛN
Ev der rêya M4 a navneteweyî ya Eyn Îsa ye.
Serê sibê artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe, li dijî gundên Cehbel, Mişêrfê, Mielek, Kampa Eyn Îsa û Rêya M4 dest bi êrişeke berfireh kirin.
Şervanên QSD’ê jî bi awayekî tund bersiv dan êrişan û şerekî dijwar qewimî.
Di encama êrişên dagirkeriya Tirk de li gundê Cehbelê 2 sivîl şehîd bûn.
Piştî ku demeke dirêj şer bi dijwarî dewam kir, şervanên QSD’ê êrişa dagirkeran têk birin.
Piştî ku hewldana dagirkirina rêya M4 hat têk birin, artêşa Tirk bi dijwarî gundên herêmê topbaran kirin.
Di encama êrişan de 4 sivîl birîndar bûn.
Li eniyên parastinê, şervanên QSD’ê saet 4’ê şeveqê bersiv dan êrişan.
Ji fermandarên QSD’ê li herêma Eyn Îsa Alan Şukrî têkildarî êrişan û bersiva ku wan dayî dagirkeran ev agahî dan