LI DERSIMÊ ESKERÊ ARTÊŞA TIRK DESTDIRÊJÎ ZAROKEKÊ KIR
PIŞTÎ DESTWERDANA WELATIYAN ESKER HATE BINÇAVKIRIN
Li gorî agahiyan bûyer li kolana Mogultay a Dersimê şevê din rû da.
Kesekî tê gotin eskere destdirêjî zarokekê kir.
Li ser destwerdana welatiyan esker hate binçavkirin.
Li Dersimê ev ne bûyera yekemîn e.
Lewra weke li gelek deverên Kurdistanê, li Dersimê jî esker, polîs, jendirme û koricî di destdirêjiya zarok û jinan de rola sereke dileyzin û ev yek weke parçeyekî polîtîkayên şerê taybet tê meşandin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 8’ê Çileya 2020’an de jî li navçeya Pertek a Dersimê li înternet kafeyekê destdirêjî 15 zarokên kur hatibû kirin.
Di vê destdirêjiyê de jî destê esker, polîs û koruciyan hebû.