Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li ser mijara sefîrên ku Erdogan dixwaze wan dersînor bike daxuyanî dan.
Hevserokan destnîşan kir ku Erdogan dixwaze bi van manewrayan rojevê biguherîne û xwe ji tengaviyê rizgar bike.
HEVSEROKÊN HDP’Ê PERVÎN BULDAN Û MÎTHAT SANCAR:
ERDOGAN DIXWAZE BI KRÎZÊN ÇÊKIRÎ XWE JI TENGAVIYÊ RIZGAR BIKE
Krîza dîplomatîk a têkildarî meseleya Osman Kavala rû da, navbera dewleta tirk û hevalbendên wê xera dike.
Şefê rejîma nijadperest a tirk Erdogan li Eskîşehîrê axivî û 10 sefîrên ku dixwazin Kavala were berdan, kirin hedef.
Erdogan xwest wezareta karê derve van sefîran ji Tirkiyê biqewirîne.
Di rojeva cîhanê de ev manewrayên Erdogan bi tundî tên rexnekirin.
Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar jî der barê mijarê de daxuyaniyek dan.
Hevserokan destnîşan kir ku banga Erdogan a ji bo dersînorkirina sefîran, wê Tirkiyê li qada navnetewî bi tenê bihêle.
Di daxuyaniyê de hat desnîşankirin ku Erdogan dixwaze bi van manewrayan rojeva li Tirkiyê biguherîne.
Daxuyanî wiha didome:
Li Tirkiyê serxwebûn û bêalîtiya dadgeriyê hatiye binpêkirin.
Rejîm hevrikên xwe yên siyasî dîl digire û serokkomar bi rengekî eşkere radigihîne ku ew biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê nas nake.
Di demeke wiha de bibîrxistina biryarên dadgeha navnetewî ku dadgeriya Tirk divê bi cih bîne, destwerdana li dadgeriyê nîne.
‘