LI DIJÎ HDP’Ê ÊRIŞÊN QIRKIRINA SIYASÎ RANAWESTIN
HEVŞAREDARÊ QEREÇOBANÊ HAT BINÇAVKIRIN Û ŞAREDARÎ HAT DAGIRKIRIN
Di salvegera 27’an a Darbeya 2’yê Adarê ya li dijî DEP’ê de li dijî siyaseta demokratîk a kurdan dîsa êrişên qirkirinê hene.
Serê sibê polîsên rêjîma faşîst a AKP-MHPê bi ser şaredariya navça Erzirom Qereçobanê de girtin.
Polîsan dor li şaredariyê girt û paşê dagir kir.
Polîsan her wiha avêt ser mala Hevşaredarê Qereçobanê Halît Ugun û ew kir binçavan.
Rejîma faşîst paşê qeymeqamê xwe yê li navçê weke qeyûm şand şaredariyê û dagir kir.
Heta niha 3 bajarên mezin, 5 bajar û 33 navçe, rêjîma faşîst a AKP-MHP’ê bi tevahî 49 şaredariyên di destê HDP’ê de bi navgîna qeyûman dagir kirine.
ENDAMA TJA’YÊ HAT BINÇAVKIRIN
DIJMINATIYA AKP-MHP’Ê LI DIJÎ JINAN DEWAM DIKE
Li aliyê din li demeke ku jin ji bo 8’ê Adarê li qadan di nav çalakiyan de ne hikûmeta tirk dijminatiya xwe ya li dijî jinan careke din nîşan da.
Polîsên hikûmeta tirk li Amedê, di seatên şevê de bi ser mala aktivîsta Tevgera Jinên Azad TJA’yê Berîtan Onen de girtin û ew kirin binçavan.
LI DIJÎ HDP’Ê ÊRIŞÊN QIRKIRINA SIYASÎ
LI MÊRSÎNÊ 7 ENDAM Û RÊVEBERÊN HDP’Ê HATIN BINÇAVKIRIN
Li Mêrsînê jî polîsan bi ser malên endam û rêveberên HDP’ê de girtin.
Polîsan bi hinceta lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê 7 kes binçav kirin.
Rêveberên HDP’ê yên Mêrsînê yên berê Zelal Onen, Mustafa Işik, hevserokên HDP’ê yên navçeyên Akdenîz û Toroslarê Munir Guzel, Cabbar Karabey, endamên partiyê Zozan Îlgen, Rafiye Erkul, Serokê Komeleya Karkerên Bêtemînat GÎŞ-DER Abdulselam Kûtlû, hatin binçavkirin.
Endama TJA’yê Bêrîtan Onen jî di çarçova vê lêpirsînê de hatiye binçavkirin.