LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ
HEFTEYA ÇANDÎ YA ROJAVA DEST PÊ KIR
Bi sponsoriya Tevgera Kevana Zêrîn a Herêma Cizîrê û hevkariya Navenda Dîcle ya Çand û Huner a Dêrikê, çalakiyên hefteya çandî dest pê kir.
Bi dehan endamên Navenda Dîcle tevlî çalakiyê bûn.
Di hefteya çandê de gelek çalakiyên hunerî, çandî, xwarinên gelerî hatin lidarxistin û pêşangehên alavên kevnar û cil û bergên kurdî û neqiş hatin vekirin.
Çalakiya roja yekê bi lîstika bûk û zavê ku weke kevneşopiyeke Kurdan e ji pêşiya Navenda Dîcle dest pê kir.
Di lîstikê de bûk û zave li ser hespekî siwar bûn û li kolanên bajarê Dêrikê û heta bi sûka navendî geriyan.
Piştî bûk û zava gihiştin konê li kombûna Rozana, şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê ew bi stranan pêşwazî kirin.
Bi hatina bûk û zava şahiya çalakiyên hefteya çandê bi awayekî fermî despêkir.
Hefteya çandî wê bi beşdariya Navenda Dîcle ya Çand û Huner a Dêrikê, Navenda Aram Tîgran a Rimêlanê, Navenda Koçerat a Dêrikê heta 10`ê Tîrmehê dewam bike.