PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
GIRTIYÊN AZADIYE ÇALAKIYA XWE DI ROJA 290’Î DE BI DAWÎ KIRIN
27’ê Mijdara 2020’an girtiyên PKK û PAJK’ê beşdariya xwe ya pêngava Dem dema azadiyê ye ragihandin.
Û dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin.
Armaca sereke ya çalakiyê dawîanîna tecrîda giran a li ser rêber APO û binpêkirinên mafan ên li zindanan bû.
Li ser navê girtiyên Azadiyê Denîz Kaya daxuyaniyek da û diyar kir ku wan çalakiya xwe di roja 290’î de bidawî kiriye.
Denîz Kaya di daxuyaniya xwe de bal kişand ser girîngiya çalakiya girtiyê azadiyê û got:
Em girtiyên PKK û PAJK’ê 27’ê Mijdara 2020’an tevlî pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ bûn.
Pêngava bi şiara ‘Em tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin û rêbertî azad bikin gelê me xwedî li peywir û berpirsyariya xwe derket.
Em jî wek girtiyên PKK û PAJK’ê beşdarî vê pêngavê bûn û bi erka xwe rabûn.
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
DENÎZ KAYA: ERK Û BERPIRSYARIYÊN GEL Û SAZIYÊN DEMOKRATÎK PIR ZÊDE NE
Denîz Kaya îşaret bi girîngiya pêngavê kir û wiha got:
Di vê qonaxa pêngava ‘Dem dema azadiyê ye’ de berpirsyariya gel û saziyên demokratîk gelekî zêde ye.
Tê dîtin ku berxwedêr û pêşengên fedaî gerîla hemû berpirsyariya xwe baş tînîn cih.
Em bawer in di qonaxa nû ya pêngavê de wê gelê me û hêzên gerîla bi hev re têkoşînê geş bikin.
Em girtiyên PKK û PAJK’ê jî amade ne ku ji bo rêbertiya xwe, gelê xwe û azadiya welatê xwe berdêlê bidin.
Em ê jî bi ruhê berxwedana zindana Amedê ya di 12’ê Îlonê de li ber xwe bidin û bi ser bikevin.
PÊNGAVA “DEM DEMA AZADIYÊ YE”
DENÎZ KAYA: EM Ê BI ÇALAKIYÊN CIHÊRENG TEVLÎ PÊNGAVÊ BIBIN
Denîz Kaya têkildarî banga komîteya zîndanê ya PKK û PAJK’ê jî ev tişt got:
Em banga komîteya zindanê ya PKK û PAJK’ê ji xwe re esas dibînin.
Ji îro şûnde çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikin.
Em ê bi çalakiyên cihêreng tevlî pêngava azadiyê bibin.
Denîz Kaya di dawiya daxuyaniya xwe de di serî de jin û ciwanan bang li her beşên civakê kir ku li hemberî qirkirin û faşîzmê dengê xwe bilindtir bikin.