Girtiyê Siyasî yê Kurd Adil Mukerem ku di Mijdara 2019’an de piştî ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû girtin û ew radestî rejima Îranê kirin, wek nerazîbûnek li dijî bêçarenûsiya doza xwe, devê xwe girêda û dest bi greva birçîbûnê kir.
Li gorî nûçeyek ya Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, girtiyê siyasî yê Kurd Adil Mukrem ku xelkê Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê ye, ji duh ve wek nerazîbûnek li dijî bêçarenûsiya doza xwe, devê xwe girêda û dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Adil Mukrem piştî sê mehan li Tirkiyeyê dimîne û daxwaza mafê penaberiyê ji Tirkiyeyê dike, ji aliyê polîsên Tirk ve tê girtin. Piştre radestî rejima Îranê dikin. Piştî 20 rojan di girtîgeha Îtlaeta Xoy de tê girtin, piştre jî ji bo girtîgeha Urmiyeyê tê veguhestin.