Balefira bê pîlot ya dewleta Tirk a dagirker li navenda gundê Gelale ya ser bi herêma Şarbajêr a Silêmaniyê wesayîtek ya sivîl bombebaran kir.
Di saet 19:00’an de balefirek bê pîlot a dewleta Tirk a dagirker li navenda gundê Gelale ya ser bi herêma Şarbajêr a Silêmaniyê wesayîtek sivîl bombebaran kir.
Li gorî agahiyên hatin wergirtin, bombebaran tam di saet 19:00’an de li girê Sabat a gundê Gelale pêkhat û wesayîta welatiyek ji gundê Gelale bû hedefa êrişê.
Têkildarî ziyanên bombebaranê heta niha zanyariyên zelal bi dest neketine û hat gotin di van kêliyan de jî balefirên Tirk li ser asîmanê deverê di firin.