Sterk TV – Zindi, Canli, Live, Kurdî, Kurmancî, Soranî, Zazakî, Dimilkî, Hewramanî, Kurdistan
Giştî

Balefirên Artêşa Tirk êrişî wargeha Mexmûrê kirin.

Balafirên keşfê yên bi Çek (SÎHA) ya dewleta Tirk a dagirker di saet 13:10’ê de bombe li Mexmûrê barand. Di êrîşê de 3 sivîl şehîd bûne.

Balafirên keşfê yên bi Çek (SÎHA) dewleta Tirk a dagirker saet derdorî 13:10’ê de sivîlên ku li Mexmûrê ji bo lawirên xwe biçêrînin li derdorî Mexmûrê kirin hedef.

Hate ragihandin di êrîşê de 2 sivîl ên jin dema ji bêriyê dihatin  li cihê bûyerê û jina din jî giran birîndar gihandin nexweşxaneyê lê tevî hemû mudaxeleyan jî ew jî şehîd bû.

Li gorî agahiyên hatin girtin balafirên şer ên Tirk carekî din jî heman herêm bombe kiribûn û sivîl şehîd bûbûn.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, di êrîşê de sivîlên şehîd û birîndar bûne hene. Her wiha li herêmê li gorî agahiyên hatin girtin du rojin tevgera zêde ya keşfê li ser esmanên Mexmûrê heye.

Têkildarî nasnameyên şehîd û birîndarana  wê agahî piştre bên parvekirin.

HEYETA IRAQÊ LI HERÊMÊ LÊKOLÎN KIR

Şandeya ku ji rayedarên artêşa Iraqê pêk tê, li cihê bombebaranê lêkolîn kirin. Piştî lêkolînê şandeyê têkildarî şehadet û birîndarkirina sivîlan girtename nivîsandin.

Endamên şandeyê piştî ku serdana birîndaran jî kirin, bêyî ku daxuyaniyek bidin, ji wargehê derketin.

DI BOMBERDÛMANAN DE SIVÎL HATIBÛN QETILKIRIN

Hêjayî bibîrxistinê ye 19’ê Tîrmeha 2019’an di saet 00:10’an jî bombe li heman herêmê hatibû barandin du sivîl di bomberdûmanê de birîndar bûbûn.

13’ê Kanûna 2018’an balafiran bombe li Penaberên Mexmûrê barandibûn û di bomberdûmanê de sivîlên bi navê Asya Elî Mihemed a 73 salî keça wê Narinç Ferhan Qasim a 26 salî, neviya wê a 14 salî Evîn Kawa Mehmûd û Eylem Mihemed Emer a 23 salî şehîd bûbûn.

6’ê Kanûna 2017’an jî balafiran li Mexmûrê da û di êrîşê de 5 endamên Hêzên XweParastinê yên bi navê Bager Boran, Botan Amed, Çekdar Mawa, Dewran Mardîn û Baz Dijwar şehîd bûbûn.

Ev jî hatin dîtin

Nûçeyên Şevê

Stêrk Tv

7.00 Sterka Sibe 26.01.2022

Stêrk Tv

Rêber Apo: Divê PKK ji niha û şûnde rola xwe bi serkeftî pêk bîne

Stêrk Tv

Li ser medyaya dîjîtal wê kampanyaya ‘Azadî ji bo Abdullah Ocalan’ dest pê bike

Stêrk Tv

لە هۆڵەندا ئاهەنگی کلتوری و هونەری کوردی ناونەتەوەیی بەڕێوەچوو

Stêrk Tv

18:45 Cenga Xabûr – Bager Başkale 22.09.2021

Stêrk Tv